Ji endama meclisa şaredariyê re ceza hat xwestin 2023-05-26 14:42:55   AMED - Ji endama Meclisa Şaredariya Erxeniyê Ceylan Aslan re, ber ku tevli daxuyaniyan bûye heta 15 salan cezayê hevsê hat xwestin.   Derbarê Endama Meclisa Şaredariya Erxeniyê Ceylan Asaln a ku ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ji peywirê hat giritn, ji ber ku tevli daxuyaniyên ji bo Hevseroka Kongerya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven a ku di greva birçîbûnê de bû hatin dayîn bûye doz hatibû vekirin. Danişîna dozê li 11'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin.    Makamê îdayê ku mutalaya xwe pêşkêş kir, îda kir ku Ceylanê bi armanca "propagandaya rêxistinê" tevli çalakiyan bûye û bi sûcdariya "endamtiya rêxistinê" ceza jê re xwest.    Heyeta dadgehê jî li dijî mutalayê daxwaza parastina cara duyem ku dê bê kirin qebûl kir û danişîn taloqî 27'ê Îlonê kir.