Li Denîzliyê jinek hat qetilkirin

  • 20:30 23 Gulan 2023
  • Rojane

DENÎZLÎ - Li Denîzliyê jina bi navê Hatîce Baykal li baxçeyê xwe mirî hat dîtin.

Li navçeya Acipayam a Denîzliyê jina bi navê Hatîce Baysal, li baxçeyê xwe qetilkirî hat dîtin.  Dayika Hatîceyê û cîranan agahî dan ekîbên tenduristiyê û ekîbên hatin cihê bûyerê cenaze ji bo otopsiye rakirin morga Saziya Tipa Edlî ya  Nexweşxana Zanîngeha Pamukkaleyê. 
 
Der barê bûyerê de mêrê bi navê Hasan M. ku 9 meh berê Hatîce derb kiribû û dîmenên wan derketibûn holê û doz lê hatibû vekirin, hat binçavkirin.