Jinan bang kir:Em li dijî qeyûmên tayînê jiyana me bûne li kolanane

  • 21:13 5 Mijdar 2024
  • Rojane
ENQERE- Platforma Jinan a Enqereyê, starta 25’ê Mijdarê bi meş û daxuyaniyê dan. Jinan gotin: “Em ji bo qeyûmên tayînê jiyana me bûne li kolanane.”
 
Platforma Jinan a Enqereyê starta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya li ser Jinê bi meşa ji Kolana Yukselê heta Kolana Sakaryayê û daxuyaniyê dan.  Jinan seranserê meşê dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ berzkirin.
Piştî meşê daxuyanî hat dayîn. Li ser navê jinan Hatîce Şahîn daxuyanî xwend.
 
‘Dewlet tundiyê gûr dike’
 
Hatîce Şahîn got ew li dijî tundiya dewletê ji nûve li kolanane û got: “Jin ji aliyê mêran ve tên qetilkirin û tundî lê tên kirin.Dewlet jî vê tundiyê roj bi roj girantir dike. Bi polîtîka bêcezahiştinê gumanbaran diparêze.Em jin jî li dijî vê têkoşîna xwe bilind dikin. Qanûna 6284 pêk nayê û Peymana Stenbolê jî şevekê de hat feshkirin. Ev jî pêşiya qetilkirina jinan vedike. Di meha cotmehê de 48 jin hatin qeitlkirin. 23 jinî biguman jiyana xwe ji dest da. Bi tayînkirina qeyûman îradeya gel xespkirin .Em rejîma xespxwir nas nakin. Em li dijî xespkirina îradeyê li virin. Em qebûl nakin, em qeyûman nas kin.”
 
Hatîce Şahîn di dawiya axaftina xwe de bang li AKP û hevkarên wê kir û diyar kir ku ewê bibin tirsa wan, li dijî qeyûman berxwe bidin, serî 
hilbidin. Her wiha Hatîce Şahîn bang li hemû jinan kir ku roja 25’ê Mijdarê dakevin kolanan û li dijî serdesitya mêr têkoşîna xwe mezin bikin.
 
Daxuyanî bi dirûşmeyan bidawî bû.