Li Denîzliyê jinek hat qetilkirin 2023-05-23 20:30:07 DENÎZLÎ - Li Denîzliyê jina bi navê Hatîce Baykal li baxçeyê xwe mirî hat dîtin. Li navçeya Acipayam a Denîzliyê jina bi navê Hatîce Baysal, li baxçeyê xwe qetilkirî hat dîtin.  Dayika Hatîceyê û cîranan agahî dan ekîbên tenduristiyê û ekîbên hatin cihê bûyerê cenaze ji bo otopsiye rakirin morga Saziya Tipa Edlî ya  Nexweşxana Zanîngeha Pamukkaleyê.    Der barê bûyerê de mêrê bi navê Hasan M. ku 9 meh berê Hatîce derb kiribû û dîmenên wan derketibûn holê û doz lê hatibû vekirin, hat binçavkirin.