Bi hezaran kes ji bo îradeya xwe meşiyan
- 20:36 5 Mijdar 2024
- Rojane
ÊLIH - Li Êlihê bi hezaran kes li dijî tayinkirina qeyûm meşiyan. Ciwanan bi keviran bersiv dan êrişa polîsan.
Li Êlihê bi hezaran kes li dijî tayînkirina qeyim meşiyan. Girse li xaçerêya basinê li hev civiyan. Hevserok, serok û nûnerên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Sosyalîsta a Bindestan, Partiya Şoreşger, Partiya Herêmên Demokratîk, Partiya Jinûve Rizgarî ya Sosyalîst, Platforma Piştevaniyê ya Sosyalîst, Malên Gel, Partiya Komunist a Kurdistanê (KKP), Partiya Mirov û Azadiyê (PIA), Federasyona Elewiyên Bektaşî, Komeleya Çandê ya Pir Sultan Abdal, Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) û sendîkayên girêdayî vê. Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP), Partiya Tevgera Kedê (EHP), Platforma Azadiya Civakî, Federasyona Meclîsên Sosyalîst, Partiya Kedê (EMEP û HDP jî tevlî çalakiyê bûn.
Girseya ku ber bi Rêxistina DEM Partî ya Êlihê ve dest bi meşê kir, dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin jiyan azadî” berz kirin.
Ciwanan li dijî polisên ku bi gaza îsotê û ava şîd êriş kirin, li ber xwe dan.