Tayînkirina qeyûman hat protestokirin: Em destur nadin van lîstikan
- 19:55 5 Mijdar 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî tayînkirina qeyûman a ji bo şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê li gelek bajarna çalakiyên protestoyî pêk hatin.
Çalakiyên protestokirina tayînakirina qeyûman a ji bo şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Rihayê didomin. Lig elek bajaran çalakî pêk hat û xespkirina îradeya gel hat şermezarkirin.
Manîsa
Li navçeya Turgutlu ya Manîsayê li ber avahiyê daxuyaniyek hat dayîn. Hevseroka DEM partî ya Turgultuyê Fadîle Gokturk daxuyanî xwend û da zanîn ku 4’ê mijdarê de xespkirian îradeyê ne tesadufe û got di 4’ê Mijdarê de hvserokên HDP’ê Selhattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag hatibûn girtin. Fadîle Goktur anî ziman ku AKP û MHP dixwaze tolê bigire û carek din êrîşê îradeya gel kiriye. Fadîley Gokturk anî ziman ku wê bêdeng nemînin û li dijî êrîşan têbikoşin.
Daxuyanî bi dirûşmeyan bidawî bû
Wan
Li Wanê jî Platforma Ked û Demokrasiyê li ber Aydin Perîhan AVM daxuyaniyek dan. Li ser navê girseyê Ridvan Îmren daxuyanî xwend û destnîşan kir ku mafê hilbijartinê ya gel carek din hatiye xespkirin û wiha got: “Divê demildest dest ji vê darbeya li îradeya gel xistine berdin. Divê dawî li vê xespkirinê bê anîn. Divê hevşaredar radestê peywirê bên kirin.”
Eskîşehîr
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Eskîşehîrê jî li ber Kanatli AVM daxuyaniyek da. Sîmay Kart axivî û daxuyakirin zihiyeta qeyûm heman demê de êrîşeke li hember destkeftiyên jinan û hevserokatiyê ye û bêtehemuliyeke mezine.
Dîlok
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dîlokê jî li navçeya Şahînbey li parqa Yeşîlsu daxuyaniyek da. Rêxistinên DEM Partî û DBP’ê yên Dîrokê, serokê baroya Dîlokê Bulent Duran û gelek kes tevli daxuyaniyên bûn. Bulent Duran axivî û got ev rewşeke li dijî dijhiqûqiyê û ne pêkane ku ev bê qebûlkirin.
Daxuyanî bi dirûşme û çepikan bidawî bû.
Şemzînan
Li Şemzînana Colemêrgê jî li ber DEM Partiyê daxuyanî hat dayîn û qeyûm hatin protesto kirin. Hevserokê DEM Partî ya Şemzînanê Agît Tekîn axivî û got qeyûm darbeye û wê li dijî vê xespkirinê têkoşînê mezin bikin.
Hatay
Li navçeya Antakya û Samandagê jî bi heman armancê daxuyaniyek hat dayîn. Hevserokê DEM Partî ya Hatayê Naîm Ozbek axivî û bi lêv kir ku bi tayînkirina qeyûman desthilatdariyê rewabûna demokratîk winda kiriye.
Antalya
Rêxistina DEM Partiyê ya Antalyayê li Meydana Attalos daxuyanî çapemeniyê da. Di çalakiyê de pankarta "Em ê bi berxwedanê li dijî tinekirina îradeyê bi ser bikevin" hat vekirin û dirûşma "Li dijî faşîzmê mil bi din hev" hatin berzkirin.
Rêvebera DEM Partiyê ya Antalyayê Evîn Akdag diyar kir ku nikarin bi qeyûman îradeya gel desteser bikin û got, “Darbeyên berê yên qeyûman ji aliyê gel ve hatin redkirin. Di hilbijartinan de têk çûn û gel îradeya xwe ji bo partiya me bikar anî. Israrkirina di darbeya qeyûman ên ku di her hilbijartinê de têk diçe, nîşaneya têkçûna siyasî ye. Desthilata AKP-MHP’ê şaredariyên ku di hilbijartinê de bi dest nexistin, hewl dide bi daraz û hêzên ewlehiyê desteser bikin. Darbeya qeyûman veguherandine rejîmê.”
Piştî daxuyaniyê polîsan êrîşî girseyê kir û Alî Butkulu binçav kirin.