Li Xelfetiyê dirûşmeya ‘bijî berxwedana Xelfetiyê’ bilind bû

  • 19:07 5 Mijdar 2024
  • Rojane
RIHA - Li Xelefetiyê li dijî tayînkirina qeyûman peyama wê berxwedan bidome hat dayîn û gel meşek girseyî pêk anî.
 
Gel li dijî biryara tayînikirina qeyûman a ji bo şaredariya Mêrdîn, Êlih û Xeleftiyê berxweda xwe didomîne. Li Xelfetiyê li ber şaredariyên parlamenterên DEM Partiyê Ayten Kordu, Ferît Şenyaşar, Dîlan Kunt Ayan, Zulkuf Uçar, Mîthat Sancar, hevşaredarên Xelfetiyê Saniye Bayram û Mehmet Karayilan, dayikên Aştiyê û gelek kes hatin gel hev û daxuyanî dan.  Girse ji vir heta ber avahiya DEM partî ya Xelfetiyê meşiyan.
 
Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Zulkuf Uçar axivî û got ew li ser navê gelê Wanê gel silav dike û got: “Gelê Wanê bi hemû gelên Tirkiye û Kurdistanê re berxwe da. Li Wanê biser neketin. Hewl dan li Esenyurtê bikin. Piştî vê jî dixwazin li Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê bikin. Em ê dest ji berxwedanê bernedin. Ev gel wê bêdeng nemîne.”
 
Girse piştre meşiya ber avahiya DEM Partî ya Xelfetiyê û dirûşmeyên ‘bijî berxwedana Xelfetiyê’ berz kirin. Hat diyarkirin ku wê saetên sibehê de dîsa li ber avahiya şaredariyê bin.