Partiya Çep a Kesk: Dê îktîdara AKP-MHP’ê di 28’ê gulanê de têk biçe

  • 14:41 19 Gulan 2023
  • Ramyarî
MÊRDÎN - Namzetên Partiya Çep a Kesk ku piştî hilbijartinên 14’ê Gulanê cara ewil bi girseyî daketin qadan, diyar kirin ku dê îktîdara AKP-MHP’ê di 28’ê gulanê de têk bibin. 
 
Partiya Çep a Kesk piştî hilbijartinên 14’ê Gulanê cara ewil li Mêrdînê bi girseyî dakete qadan. Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Mêrdînê û Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz li Nisêbînê, Bêrîtan Guneş li Dêrikê, George Aslan li Mîdyadê û Kamûran Tanhan jî li Qoserê bi gel re hate ba hev û çûn serdana esnafan. Saliha û şandeya pê re li Nisêbînê rastî eleqeyeke mezin a gel hatin. 
 
Saliha, rexneyên welatiyan guhdar kir û wiha got: “Gelo hûn amade ne ku em karê xwe yê di 14’ê Gulanê de nîvco mayî di 28’ê gulanê de temam bikin?” Welatiyan piştgirî dan Saliha û ji welatiyan yekî jê wiha got: “Ew bi TIR’an jî bi ser me re derbas bibin em ê dîsa jî dengê xwe bidin. Em ê dengê xwe bi vekirî bidin.”
 
Di dema serdana esnafan de Saliha û şandeya pê re bi çepik û tilîliyan hatin pêşwazî kirin.