Partiya Çep a Kesk: Dê îktîdara AKP-MHP’ê di 28’ê gulanê de têk biçe 2023-05-19 14:41:51   MÊRDÎN - Namzetên Partiya Çep a Kesk ku piştî hilbijartinên 14’ê Gulanê cara ewil bi girseyî daketin qadan, diyar kirin ku dê îktîdara AKP-MHP’ê di 28’ê gulanê de têk bibin.    Partiya Çep a Kesk piştî hilbijartinên 14’ê Gulanê cara ewil li Mêrdînê bi girseyî dakete qadan. Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Mêrdînê û Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz li Nisêbînê, Bêrîtan Guneş li Dêrikê, George Aslan li Mîdyadê û Kamûran Tanhan jî li Qoserê bi gel re hate ba hev û çûn serdana esnafan. Saliha û şandeya pê re li Nisêbînê rastî eleqeyeke mezin a gel hatin.    Saliha, rexneyên welatiyan guhdar kir û wiha got: “Gelo hûn amade ne ku em karê xwe yê di 14’ê Gulanê de nîvco mayî di 28’ê gulanê de temam bikin?” Welatiyan piştgirî dan Saliha û ji welatiyan yekî jê wiha got: “Ew bi TIR’an jî bi ser me re derbas bibin em ê dîsa jî dengê xwe bidin. Em ê dengê xwe bi vekirî bidin.”   Di dema serdana esnafan de Saliha û şandeya pê re bi çepik û tilîliyan hatin pêşwazî kirin.