Li Muglayê jinekê bi guman jiyana xwe ji dest da

  • 20:58 18 Gulan 2023
  • Rojane
MUGLA - Li Fethiye ya Muglayê jina bi navê Sabîre Şengul ji katê 4’an a avahiyekê de biguman ket û jiyana xwe dest da.
 
Li navçeya Fethiye ya Muglayê jina bi navê Sabîre Şengul ji şaneşîna katê çaran a avahiyekê de biguman ket û bi giranî birîndar bû. Piştî malbatê agahî da, ekîbên polîsan û tenduristiyê hatin cihê bûyerê.  Sabîre piştî mudaxala ewil rakirin nexwşxanê û li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da.
 
Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.