Li Muglayê jinekê bi guman jiyana xwe ji dest da 2023-05-18 20:58:54   MUGLA - Li Fethiye ya Muglayê jina bi navê Sabîre Şengul ji katê 4’an a avahiyekê de biguman ket û jiyana xwe dest da.   Li navçeya Fethiye ya Muglayê jina bi navê Sabîre Şengul ji şaneşîna katê çaran a avahiyekê de biguman ket û bi giranî birîndar bû. Piştî malbatê agahî da, ekîbên polîsan û tenduristiyê hatin cihê bûyerê.  Sabîre piştî mudaxala ewil rakirin nexwşxanê û li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da.   Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.