Li Semsûrê eleqeya ji bo Partiya Çep e Kesk

  • 20:26 8 Gulan 2023
  • Ramyarî
SEMSÛR - Li gundên Semsûrê Partiya Çep a Kesk bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin û dimênên rengîn derketin holê.
 
Partiya Çep a Kesk li Semsûrê xebatên xwe yên hilbijartinê bi tevlîbûna namzetên parlamenteriyê yên bajêr Ali Kenanoglû, Îzzet Karadag, Yuksel Yucedag, Bulent Çinar û Meryem Cerîtlî li navendê, navçeyên Çêlikan, Bêhiştî û Kolikê domandin.
 
Namzetê parlamenteriyê Alî Kenanoglu û Meryem Ceritlî û şandeya li gel wan serdana gundên navçeya Bêhiştiyê kirin û li gundan bi şêniyan re hatin rûniştin û pirsgirêkên wan guhdarkirin. Her wiha şande li gundan belavok belavkirin. Şande ji aliyê şêniyên gundan ve bi coş hat pêşwazîkirin û namzetên parlamenteriyê Alî Kenanoglu û Meryem Ceritlî jî xebatên Partiya Çepên Kesk bilêvkirin. 
 
Alî Kenanoglû li gundan axivî û diyar kir ku ew ê welatekî ku zarok lê neyên kuştin ava bikin. 
 
Namzetê Parlamenteriyê Îzzet Karadag û şandeya li gel wî jî li navenda Semsûrê serdana mexdûrên erdhejê û sazî û rêxistinên civakî kir. Di serdanê de şande pirsgirêkên mexdûrên erdhejê guhdar kirin û ji bo çareserkirina pirsgirêkan nêrînên mexdûran esas girtin. 
 
Namzeta parlamenteriyê Yuksel Yucedag û şandeya li gel wê jî serdana gundên Kolikê kir û li gundan pirsgirêkên gel guhdarkirin û belavok belavkirin. Her wiha Yucedag ku li Kolikê ji dayik bûye, ji şêniyên gund re got ku ew bi pirsgirêkên Kolikiyan dizane û dikare çareser bike. 
 
Namzetê parlamenteriyê Bulent Çinar jî serdana gundên navçeya Çêlikan kir.