Li Semsûrê eleqeya ji bo Partiya Çep e Kesk 2023-05-08 20:26:39   SEMSÛR - Li gundên Semsûrê Partiya Çep a Kesk bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin û dimênên rengîn derketin holê.   Partiya Çep a Kesk li Semsûrê xebatên xwe yên hilbijartinê bi tevlîbûna namzetên parlamenteriyê yên bajêr Ali Kenanoglû, Îzzet Karadag, Yuksel Yucedag, Bulent Çinar û Meryem Cerîtlî li navendê, navçeyên Çêlikan, Bêhiştî û Kolikê domandin.   Namzetê parlamenteriyê Alî Kenanoglu û Meryem Ceritlî û şandeya li gel wan serdana gundên navçeya Bêhiştiyê kirin û li gundan bi şêniyan re hatin rûniştin û pirsgirêkên wan guhdarkirin. Her wiha şande li gundan belavok belavkirin. Şande ji aliyê şêniyên gundan ve bi coş hat pêşwazîkirin û namzetên parlamenteriyê Alî Kenanoglu û Meryem Ceritlî jî xebatên Partiya Çepên Kesk bilêvkirin.    Alî Kenanoglû li gundan axivî û diyar kir ku ew ê welatekî ku zarok lê neyên kuştin ava bikin.    Namzetê Parlamenteriyê Îzzet Karadag û şandeya li gel wî jî li navenda Semsûrê serdana mexdûrên erdhejê û sazî û rêxistinên civakî kir. Di serdanê de şande pirsgirêkên mexdûrên erdhejê guhdar kirin û ji bo çareserkirina pirsgirêkan nêrînên mexdûran esas girtin.    Namzeta parlamenteriyê Yuksel Yucedag û şandeya li gel wê jî serdana gundên Kolikê kir û li gundan pirsgirêkên gel guhdarkirin û belavok belavkirin. Her wiha Yucedag ku li Kolikê ji dayik bûye, ji şêniyên gund re got ku ew bi pirsgirêkên Kolikiyan dizane û dikare çareser bike.    Namzetê parlamenteriyê Bulent Çinar jî serdana gundên navçeya Çêlikan kir.