Xelatgirên Nobelê piştgirî dan pêngava li dijî darvekirinê

  • 15:59 1 Cotmeh 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Xwediyên Xelata Aştiyê ya Nobelê nameyek hevpar û piştgirî dan kampanyaya “Roja sêşemê na ji darvekirinê re” û banga rawestandina darvekirinên li Îranê kirin.
 
9 xwediyên Xelata Aştiyê ya Nobelê, bi nameyek hevbeş piştgirî dan kampanyaya “Roja sêşemê na ji darvekirinê re’ û de banga rawestandina cezayê îdamê ya nemirovane ji aliyê rayedarên Îranê ve kirin.
 
Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Şîrîn Ebadî ku di nava îmzekarên nameyê de ye, di nameya ku duh (30’ê Îlonê) li ser hesabê xwe yê Instagramê parve kiribû de gotibû: “Kampanyaya ‘Roja sêşemê na ji darvekirinê re’ yek ji kampanyayên herî pêşverû û pêşketî ye ku bi hewldana 10 girtiyên siyasî yên li girtîgeha Qezal Hissarê dest pê kir.”
 
Di nameya bi îmzeya Şîrîn Ebadî, Jody Williams, Lîma Giboy, Alexandra Matveychuk, Oscar Arias, Kailash Satyarthi, Tawakkol Karman, Rigoberta Menchu ??û Maria Ressa de ev tişt hatin gotin: “Ji bo protestokirina cezayê darvekirinê ya  derveyî mirovahiyê 29’ê Çileya 2024’an de ji aliyê 10 girtiyên siyasî ve kampanyaya ‘Roja sêşemê na ji darvekirinê re’ hat destpêkirin. Çalakvanên ku beşdarî vê kampanyayê bûne, her roja sêşemê, rojek ku bi gelemperî girtî têne darvekirin, dest bi greva birçîbûnê dikin. Kampanyayê di demeke kurt de bala çalakvanên sivîl û parêzvanên mafên mirovan li Îranê kişand û ew jî tevlî tevgerê bûn.”
 
Kesên ku nameyê îmze kirin, piştgirîya xwe ji kampanyaya ‘Roja sêşemê na  ji darvekirinê re’ ragihandin û xwestin ku ev cezayê nemirovane li Îranê bi dawî bibe.
 
Kampanyaya “Roja sêşemê na ji darvekirinê re’ bi gireva birçîbûnê ya girtiyan li 18 girtîgehan bi armanca şermezarkirina darvekirina hemwelatiyên Kurd û ciwanên Sunnî dest pê kir.