Ji Weqfa Jina Azad têkildarî tendirustiyê semîner

  • 16:02 1 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Desteya Tenduristiyê ya Kantona Cizîrê, Heyva Sor a Kurd û Weqfa Jina Azad bi boneya ‘Cotmeha Pembeyî’ anku di çarçoveya hişyariya têkildarî kansera pêsîrê de, semînerek li Qamişloyê da.
 
Bijîşka nexweşiyên jinan Cuheyne Mihemed di sermînerê de axivî û behsa kansera pêsîrê û rêbazên xweparastinê û dîtina wê kir.
 
Semîner li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo hate dayîn û gelek jin tev lê bûn.
 
Desteya Tenduristiyê ya Kantona Cizîrê, Heyva Sor a Kurd û Weqfa Jina Azad bi boneya Cotmeha Pembeyî semîneran li dar dixin û broşuran belav dikin.
 
Nexweşî kêm bûye 
 
Dr. Cuheyne Mihemed diyar kir ku di nava jinan de li ser asta cîhanê ev nexweşî gelekî belav e û piştî kansera hêkdankê kansera herî giran e.
 
Li gorî Cuheyneyê, ji ber dîtina zû ya nexweşiyê û kêm bikaranîna dermanên hormonî û kirina mamogramê rêjeya pêketina kanserê pêsîrê di nava jinên sûriyeyî de di nav 10 salên dawîn de kêm bûye.
 
Divê jinên temenê wan 40 û jortir hay xwe hebin
 
Cuheyneyê got: "Genetîk, tevliheviya hormonan, rêbaza jiyanê, bikaranîna zêde ya alkolê, qelewbûn û her wekî din sedemên vê nexweşiyê ne. Divê jinên temenê wan 40 û jortir hay xwe hebin û testên pêwîst çêkin."
 
Cuheyna nîşaneyên vê cureyê kanserê aşkera kirin ku wiha ne: "Tiştek hişk di bin pêsîrê yan jî biçeng de çêdibe û ji memikê rohnên ne ji rêzê diherin. Çermê li nêzî memikê yan jî pêsîrê radibe yan jî sor dibe yan jî alerjî çêdibe. Pêsîrek ji ya din mezintir dibe an jî her du pêsîr diwerimin. Şekil û giloverbûna pêsîran diguhere."
 
Divê nexweş bi kesê pirspor re hevkar be
 
Cuheyne destnîşan kir ku rêjeya dîtina zû ya nexweşiyê ji sedî 85 e û rêjeya biserketina dermankirina wê heke zû bê dîtin, ji sedî 90 heta 95 e û ev li gotinên xwe zêde kir: "Kansera pêsîrê tê kontrolkirin, bi şerta ku di wexta guncav de destwerdan lê were kirin. Ji bo wê, divê testên pêwîst bi awayekî asayî bên çêkirin. Divê nexweş bi kesê pirspor re hevkar be ji bo ku pêvajoya dermankirinê bê naskirin."
 
Navendên bêpere
 
Li kantona Cizîrê gelek navendên mamogramê û dîtina zû ya kansera pêsîrê hene. Ev navend li Heyva Sor a Kurd li Qamişloyê, nexweşxaneya gel a bajarê Hesekê ne û di Cotmeha Pembeyî de bê pere ne.
 
Cotmeha Pembeyî 
 
‘Cotmeha Pembeyî’ anku meha hişyariya ji nexweşiya pençeşêra pêsîrê, di Cotmeha 2006`an de bi însiyatîfeke navneteweyî dest pê kir. Her meh di Cotmehê de ji bo hişyarkirina ji nexweşiya kansera pençeşêra çalakiyên cihereng têne lidarxistin. Armanca wan çalakiyan, zêdekirina zanabûna jinan ji vê nexweşiyê ye. Her wiha bernameyên tenduristiyê ya dîtina zû ya vê nexweşiyê bi pêş bixin.