Li dijî wesayîta Çep a Kesk êrîş

  • 20:41 7 Gulan 2023
  • Rojane
 
 
MÊRSÎN - Li navçeya Tarsûsê komeke nijadperest a MHP’î êrişî wesayîta anonsê ya Partiya Çep a Kesk kir. Di êrişê de 5 xebatkarên partiye birîndar bûn û lastik û camên wesayîtê jî hatin perçekirin.
 
Li navçeya Tarsûsê ya Mêrsînê wesayîta anonsê ya Partiya Çep a Kesk, rastî êrişa komeke nijadperest a MHP’î hat. Saet li dor yekê nîvro li Kolana Ataturkê ya Taxa Yenîmahalleyê, gava wesayîta anonsê ya Partiya Çep a Kesk di ronahiya sor de sekinîbû, komeke ji 20 kesan pêkhatî pêşiya wesayîtê birî. 7 xebatkarên di wesayîtê de ewilî rastî xeber û heqaretên koma nijadperest hatin. Paşê koma nijadperest a MHP’î bi daran û kêran êriş bir ser xebatkarên Partiya Çep a Kesk. Di bûyerê de 5 xebatkarên partiye birîndar bûn. Her wiha lastîkên wesayîtê û camên wê jî hatin perçekirin.
 
Hat hînkirin kesên birîndar li nexweşxaneyê tên dermankirin.