Li dijî wesayîta Çep a Kesk êrîş 2023-05-07 20:41:53     MÊRSÎN - Li navçeya Tarsûsê komeke nijadperest a MHP’î êrişî wesayîta anonsê ya Partiya Çep a Kesk kir. Di êrişê de 5 xebatkarên partiye birîndar bûn û lastik û camên wesayîtê jî hatin perçekirin.   Li navçeya Tarsûsê ya Mêrsînê wesayîta anonsê ya Partiya Çep a Kesk, rastî êrişa komeke nijadperest a MHP’î hat. Saet li dor yekê nîvro li Kolana Ataturkê ya Taxa Yenîmahalleyê, gava wesayîta anonsê ya Partiya Çep a Kesk di ronahiya sor de sekinîbû, komeke ji 20 kesan pêkhatî pêşiya wesayîtê birî. 7 xebatkarên di wesayîtê de ewilî rastî xeber û heqaretên koma nijadperest hatin. Paşê koma nijadperest a MHP’î bi daran û kêran êriş bir ser xebatkarên Partiya Çep a Kesk. Di bûyerê de 5 xebatkarên partiye birîndar bûn. Her wiha lastîkên wesayîtê û camên wê jî hatin perçekirin.   Hat hînkirin kesên birîndar li nexweşxaneyê tên dermankirin.