Li Erzirom û Agiriyê xebatên hilbijartinê didomin

  • 22:05 26 Nîsan 2023
  • Ramyarî
ERZIROM-AGIRÎ- Namzetên Partiya Çep a Kesk li Erzirom û Agiriyê çûn serdana gundan. 
 
 Partiya Çep a Kesk amadekariyên xwe yên ji bo hilbijartinê bê navber didomînin. Li Kurdistanê jî xebat didomin. Li Erziromê namzetên Partiya Çep a Kesk Abdurahman Sever, Bahar Goksu û Ayşan Tarlan, çûn gundê Paşali, Yalikavak, Ugunlu, Alicik, Balkaya û Yogurtçular.
 
Li Agiriyê hevdîtina wek mîtîngê
 
Li Agiriyê jî li taxa Çîtflîk hevdîtina gel wek mîtîngê derbas bû. Namzetên Agiriyê Heval Bozdag û rêveberên Partiya Çep a Kesk bi konvoyê hatin pêşwazîkirin.  Heval axaftinek kir û diyar kir ku wê ji bajar her çar namzetî jî derxistin û got wê desthilatdariyê di 14’ê Gulanê de çal bikin.