Li Erzirom û Agiriyê xebatên hilbijartinê didomin 2023-04-26 22:05:26   ERZIROM-AGIRÎ- Namzetên Partiya Çep a Kesk li Erzirom û Agiriyê çûn serdana gundan.     Partiya Çep a Kesk amadekariyên xwe yên ji bo hilbijartinê bê navber didomînin. Li Kurdistanê jî xebat didomin. Li Erziromê namzetên Partiya Çep a Kesk Abdurahman Sever, Bahar Goksu û Ayşan Tarlan, çûn gundê Paşali, Yalikavak, Ugunlu, Alicik, Balkaya û Yogurtçular.   Li Agiriyê hevdîtina wek mîtîngê   Li Agiriyê jî li taxa Çîtflîk hevdîtina gel wek mîtîngê derbas bû. Namzetên Agiriyê Heval Bozdag û rêveberên Partiya Çep a Kesk bi konvoyê hatin pêşwazîkirin.  Heval axaftinek kir û diyar kir ku wê ji bajar her çar namzetî jî derxistin û got wê desthilatdariyê di 14’ê Gulanê de çal bikin.