Partiya Çep a Kesk li Erdexanê bi gel re hat ba hev

  • 15:03 23 Nîsan 2023
  • Ramyarî
 
 
ERDEXAN - Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çep a Kesk û Başak Demirtaş cejna gel pîroz kirin. 
 
Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çep a Kesk û Başak Demirtaş cejna gel pîroz kirin. Li avahiya bi partiyê bi beşdariya Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çep a Kesk û Başak Demirtaş bername hat lidarxistin. Başakê li vir axivî. 
 
Başakê AKP-MHP rexne kir û got,"Di navê wê pêşketin heye lê belê ev 22 sal in vir qet pêş neket."
 
Banga xwedîderketina li sindoqan 
 
Başakê banga xwedîderketina li sindoqan kir û wiha pê de çû:"Di 14'ê Gulanê de em bi serfiraziyê govendê bigerînin. Jinan bi salan eziyet kişandin lê belê partiya dengê jinê lê herî xurt derdikeve partiya me ye. Ji bo jiyaneke wekhev, azad û bi edalet em hemû jinên Erdexenê vedixwînin partiya xwe. -"
 
'Wê hemû girtîgeh vala bibin'
 
Başakê da zanîn wê ji Selahattin Demirtaş ê ku li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê girtiye silav aniye û wiha pê de çû:"Wê piştî 14'ê Gulanê deriyê hemû girtîgehan vebe. An serkeftin an serkeftin."
 
Bernameya cejnê bi dirûşma “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.