Partiya Çep a Kesk li Erdexanê bi gel re hat ba hev 2023-04-23 15:03:07       ERDEXAN - Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çep a Kesk û Başak Demirtaş cejna gel pîroz kirin.    Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çep a Kesk û Başak Demirtaş cejna gel pîroz kirin. Li avahiya bi partiyê bi beşdariya Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çep a Kesk û Başak Demirtaş bername hat lidarxistin. Başakê li vir axivî.    Başakê AKP-MHP rexne kir û got,"Di navê wê pêşketin heye lê belê ev 22 sal in vir qet pêş neket."   Banga xwedîderketina li sindoqan    Başakê banga xwedîderketina li sindoqan kir û wiha pê de çû:"Di 14'ê Gulanê de em bi serfiraziyê govendê bigerînin. Jinan bi salan eziyet kişandin lê belê partiya dengê jinê lê herî xurt derdikeve partiya me ye. Ji bo jiyaneke wekhev, azad û bi edalet em hemû jinên Erdexenê vedixwînin partiya xwe. -"   'Wê hemû girtîgeh vala bibin'   Başakê da zanîn wê ji Selahattin Demirtaş ê ku li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê girtiye silav aniye û wiha pê de çû:"Wê piştî 14'ê Gulanê deriyê hemû girtîgehan vebe. An serkeftin an serkeftin."   Bernameya cejnê bi dirûşma “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.