Partiya Çep a Kesk serdana malan kir

  • 16:57 21 Nîsan 2023
  • Rojane
 
AMED - Namzetên Partiya Çep a Kesk bi munasebeta cejnê li malan geriyan û cejna welatiyan pîroz kirin. Malbatan diyar kirin ku rengê dengê wan diyar e. 
 
Namzetên Partiya Çep a Kesk, TJA, DBP, HDP, MEBYA-DER, UAY-DER bi munasebeta cejnê li malan geriyan û cejna welatiyan pîroz kirin. 
 
'Tevî her tiştî em dibêjin aştî'
 
Namzet çûn serdana malbatên li semtên Şehitlîk û Îplikê. Malbatan bi coş namzet pêşwazî kirin. Malbatan diyar kirin ku Partiya Çep a Kesk partiya wan e û gotin rengê dengê wan diyar e. Malbatan diyar kirin ku tevî her tiştî ew dibêjin aştî û gotin êdî ew dixwazin ev pergal biguhere. 
 
Namzetan li daxwazên gel guhdar kirin. Namzetan gotin ew partiya gel in û ew ê dengê wan bibin meclîsê. 
 
Namzet piştre çûn serdana malbatên li ber Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazi Yaşargil ên li hêviya nexweşên xwe ne. 
 
Her wiha namzet çûn serdana malbatên li navçeyên Sûr, Rezan û Peyasê.