Partiya Çep a Kesk serdana malan kir 2023-04-21 16:57:44     AMED - Namzetên Partiya Çep a Kesk bi munasebeta cejnê li malan geriyan û cejna welatiyan pîroz kirin. Malbatan diyar kirin ku rengê dengê wan diyar e.    Namzetên Partiya Çep a Kesk, TJA, DBP, HDP, MEBYA-DER, UAY-DER bi munasebeta cejnê li malan geriyan û cejna welatiyan pîroz kirin.    'Tevî her tiştî em dibêjin aştî'   Namzet çûn serdana malbatên li semtên Şehitlîk û Îplikê. Malbatan bi coş namzet pêşwazî kirin. Malbatan diyar kirin ku Partiya Çep a Kesk partiya wan e û gotin rengê dengê wan diyar e. Malbatan diyar kirin ku tevî her tiştî ew dibêjin aştî û gotin êdî ew dixwazin ev pergal biguhere.    Namzetan li daxwazên gel guhdar kirin. Namzetan gotin ew partiya gel in û ew ê dengê wan bibin meclîsê.    Namzet piştre çûn serdana malbatên li ber Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazi Yaşargil ên li hêviya nexweşên xwe ne.    Her wiha namzet çûn serdana malbatên li navçeyên Sûr, Rezan û Peyasê.