Namzetên Partiya Çep a Kesk li Amedê bi gel re hatin gel hev

  • 21:04 13 Nîsan 2023
  • Rojane
AMED - Namzetên Partiya Çep a Kesk di bernama fitarê ya ku MEBYADER’ê li Pasurê organîzekiribû de bi gel re hatin gel hev.
 
Li Pasûr a Amedê bi pêşengiya MEBYADER’ê xwarina fitarê hat dayîn.  Fitar li rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pasurê hat dayîn û gelek kes tevli bûn. Namzetên partiya çep a Kesk Adalet Kaya, Sorgul Aytek Avşar û Serhat Eren, rêveberên HDP’a Pasurê û aktîvîstên TJA’yê tevli bûn.
 
Beriya fitarê namzet bi gel hatin nasîn.  Piştî vê axaftinên kurt hatin kirin.
 
Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk Abbas Şahîn axivî û diyar kir ku Kurd li her çar parçeyê Kurdistan û cîhanê dersa demokrasiyê didin û tevî hemû zextan wê demokrasiyê bînin.
 
Namzet Adalet Kaya jî kêfxweşiya xwe anî ziman û balkişand ser girîngiya hilbijartinên 14’3e Gulanê.
 
Serhat Eren jî êrîşên li hember partiya siyasî ya Kurd bibîr xist û da zanîn ku wê gele Kurd 14’ê Gulanê de li ser sindoqan bin û ewlehiya sindoqanbigirin. Serhat bang li hemû kesî kir ku bi awayekî xurt biçin ser sindoqan. 
 
‘Partiya Çep a Kesk partiya we ye’
 
Sorgul Aytek Avşar jî diyar kir ku Partiya Çep a Kesk partiya gel e û anî ziman ku di vê nokteyê de berpirsyarî dikeve ser milê hemû kesî û divê xebatên îqnakirinê bên meşandin.
 
Bernama fitarê piştî axaftinan bidawî bû.