Namzetên Partiya Çep a Kesk li Amedê bi gel re hatin gel hev 2023-04-13 21:04:56   AMED - Namzetên Partiya Çep a Kesk di bernama fitarê ya ku MEBYADER’ê li Pasurê organîzekiribû de bi gel re hatin gel hev.   Li Pasûr a Amedê bi pêşengiya MEBYADER’ê xwarina fitarê hat dayîn.  Fitar li rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pasurê hat dayîn û gelek kes tevli bûn. Namzetên partiya çep a Kesk Adalet Kaya, Sorgul Aytek Avşar û Serhat Eren, rêveberên HDP’a Pasurê û aktîvîstên TJA’yê tevli bûn.   Beriya fitarê namzet bi gel hatin nasîn.  Piştî vê axaftinên kurt hatin kirin.   Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk Abbas Şahîn axivî û diyar kir ku Kurd li her çar parçeyê Kurdistan û cîhanê dersa demokrasiyê didin û tevî hemû zextan wê demokrasiyê bînin.   Namzet Adalet Kaya jî kêfxweşiya xwe anî ziman û balkişand ser girîngiya hilbijartinên 14’3e Gulanê.   Serhat Eren jî êrîşên li hember partiya siyasî ya Kurd bibîr xist û da zanîn ku wê gele Kurd 14’ê Gulanê de li ser sindoqan bin û ewlehiya sindoqanbigirin. Serhat bang li hemû kesî kir ku bi awayekî xurt biçin ser sindoqan.    ‘Partiya Çep a Kesk partiya we ye’   Sorgul Aytek Avşar jî diyar kir ku Partiya Çep a Kesk partiya gel e û anî ziman ku di vê nokteyê de berpirsyarî dikeve ser milê hemû kesî û divê xebatên îqnakirinê bên meşandin.   Bernama fitarê piştî axaftinan bidawî bû.