Li Wanê bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' buroya jinê hat vekirin

  • 10:38 11 Nîsan 2023
  • Ramyarî
 
WAN/RIHA - Rêxistina Partiya Çep a Kesk a li Wanê li Kuçeya Bostaniçiyê bi dirûşma "Jin jiyan azadî" buroya jinê hat vekirin. 
 
Rêxistina Partiya Çep a Kesk a li Wanê li Kuçeya Bostaniçiyê bi dirûşma "Jin jiyan azadî" buroya jinê hat vekirin. TJA, DBP, HDP û bi sedan jin tevlî vekirina buroya jinê bûn. Di vekirina buroyê de dirûşmên “Jin jiyan azadi”, “Bijî berxwedena zindanan”, “Bijî Serok Apo” û “Şehîd Namirin” hatin berzkirin. 
 
Hevseroka Partiya Çep a Kesk Gonul Uzunay li vir bal kişand ser têkoşîna jinê û got wê di van hilbijartinan de têkoşîna jinê wê bi ser bikeve.  
 
Piştî axaftinê Meclîsa Dayikên Aştiyê bi dirûşma "Jin jiyan azadî" qurdeleyên xemrî birîn û buroya hilbijartinê ya jinê vekirin. 
 
Riha
 
Partiya Çep a Kesk li Kuçeya Sulemaniyeyê ya navçeya Haliliyeya Rihayê buroya îrtibatê ya hilbijartinê vekir. Bi sedan kes tevlî vekirinê bûn. 
 
Bi stran, tilîlî û çepikan buro hat vekirin û dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Jin jiyan azadi”, “Em ê bi serhildanê bi ser bikevin” hatin berzkirin. Ciwanên meşale pêxistin gotin ew ê di 14'ê Gulanê de serfiraziyê bi dest bixin. 
 
Di vekirinê de Hevserokê HDP'ê yê Rihayê Ahmet Atiş got:"Wê ev meydan faşîzmê di sindoqan de têk bibe. Em ê faşîzma AKP-MHP'ê di sindoqan de têk bibin."
 
Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Nusrettin Maçin jî got ew ê bersiva kesên şer dixwazin bidin. 
 
Piştî axaftinan qurdeleya buroya hilbijartinê hat birîn.