Rojbîn Bor: Jin û ciwanên kurd hatin hedef girtin

  • 09:02 2 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
 
WAN - Aktîvîsta TJA'yê Rojbîn Bor, bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet a ku li Kurdistanê tê meşandin û got: "Li Kurdistanê polîtîkayên şerê taybet li hemberî jin û ciwanan tê meşandin."
 
Jin û ciwan dibin hedefa polîtîkayên şerê taybet ên hikûmetê ku li Kurdistanê roj bi roj tundiya xwe zêde dike. Polîtîkayên şerê taybet ên di van salên dawî de bi taybetî li ser jinan tên meşandin, zarok dikişîne nava tiryak û fuhûşê. Bikaranîna tiryakê ya di temenê bicûk jî weke rêbazeke şerê taybet derdikeve pêş. Dîsa bi van polîtîkayan mirina jinan a bi guman û her wiha qetilkirina jinan zêde dibin.
 
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Rojbîn Bor, derbarê mijarê de ji ajansa me re axivî. 
 
Rojbîn, destnîşan kir ku bi taybetî li Kurdistanê piştî sala 2015'an polîtîkayên fihûş, hişbir û sixûrtî bêtir hatin pratîzekirin û wiha got: "Em nikarin mijarê wek kes li gorî vîna xwe jiyanek wisa tercîh dike binîrxîne. Di kesayetê de trajediyeke mezin tê jiyîn. Li hemberî jinên kurd polîtîkayeke taybet, manîpulasyon, xapandin, zexta derûniyê, fihûş, tiryak û sixurtî tê pêşxistin."
 
Rojbîn, daxuyand ku polîtîkayên şerê taybet li ser bedena jinê tehekûmê dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bi bikaranîna tiryakê nêz dibin û piştre hîn dikin. Dema hîn dibin êdî nikarin devjê berdin û di jiyanê de û tenduristiyê de jî êdî qeyran destpê dike. Dû re her tiştî qebûl dikin. Di nav wan tiştan de jî ferzkirina fihûşê û sixûrtî heye. Jê re dibêjin ji heval, xizm, dostên xwe yên di nav partiyên siyasî de dixebitin agahiyan bîne."
 
Rojbîn, destnîşan kir ku dewlet bi rêbaza tunekirin, kuştin û girtinan polîtîkayên xwe bi rêve dibe û wiha bi lêv kir: "Ne tenê ji bo Tirkiyeyê ji bo hemû dewletan jî heman rêbaz derbasdar e. Niha ji bilî kuştin û dijminatiyê niha ji dûrxistina koka xwe, şermkirina ji rastiya xwe, kesayetên ku bendewar, kesayetên ku bêbertek diafirînin bi polîtîkayên xwe. Bi polîtîkayên şerê taybet li hemberî jinan bêcezahiştina kiryaran jî wek polîtîkayek tê meşandin.  Kesên ku tiryakê bikartînin bi israr dixwazin ku bi polîsan re hevdîtinê pêk bînin. Çend nebêjê jî tiryakê ji polîsan digire jî dixwaze bi polîsan re hevdîtinê pêk bîne. Aliyek din jî li kolanê jî taciza çawişên pispor jî didome. Di sala 2023'yan de 6 çawişên pispor roj nîvro jinan taciz kir. Li Şirnexê jî heman yek derket holê. Lê belê li vir welatî parastina xwe kir."
 
Rojbîn, di axaftina xwe de bal kişand ser windabûna Gulistan Doku û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Cihê ku bi hinceta ewlehiyê tê şopandin li aqûbeta Gulistan Doku nayê zanîn. Gumanbar zarokê polîsekî ye, li Şirnexê Alparslan Akbudak 13 zarokan taciz kir û got 'Ez hez dewleta xwe dikim' hat berdan. Mûsa Orhan bû sedema mirina Îpek Er nehat girtin, tenê kesên ku li dijî Mûsa Orhan derketin hatin cezakirin. Ev yek nîşan dide ku li Kurdistanê polîtîkayên şerê taybet li hemberî bedena jinan tê meşandin." 
 
Rojbîn wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê em mijarên heyî yekcar bigirin dest û binirxînin. Jinên kurd her tim dibêjin em di nav dagirkirinê de nin, em nikarin bi kedxwaran re bibin wekhev û nikarin di bingeha mirovatiyê de têkiliyê daynîn."