Li Wanê bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' buroya jinê hat vekirin 2023-04-11 10:38:37     WAN/RIHA - Rêxistina Partiya Çep a Kesk a li Wanê li Kuçeya Bostaniçiyê bi dirûşma "Jin jiyan azadî" buroya jinê hat vekirin.    Rêxistina Partiya Çep a Kesk a li Wanê li Kuçeya Bostaniçiyê bi dirûşma "Jin jiyan azadî" buroya jinê hat vekirin. TJA, DBP, HDP û bi sedan jin tevlî vekirina buroya jinê bûn. Di vekirina buroyê de dirûşmên “Jin jiyan azadi”, “Bijî berxwedena zindanan”, “Bijî Serok Apo” û “Şehîd Namirin” hatin berzkirin.    Hevseroka Partiya Çep a Kesk Gonul Uzunay li vir bal kişand ser têkoşîna jinê û got wê di van hilbijartinan de têkoşîna jinê wê bi ser bikeve.     Piştî axaftinê Meclîsa Dayikên Aştiyê bi dirûşma "Jin jiyan azadî" qurdeleyên xemrî birîn û buroya hilbijartinê ya jinê vekirin.    Riha   Partiya Çep a Kesk li Kuçeya Sulemaniyeyê ya navçeya Haliliyeya Rihayê buroya îrtibatê ya hilbijartinê vekir. Bi sedan kes tevlî vekirinê bûn.    Bi stran, tilîlî û çepikan buro hat vekirin û dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Jin jiyan azadi”, “Em ê bi serhildanê bi ser bikevin” hatin berzkirin. Ciwanên meşale pêxistin gotin ew ê di 14'ê Gulanê de serfiraziyê bi dest bixin.    Di vekirinê de Hevserokê HDP'ê yê Rihayê Ahmet Atiş got:"Wê ev meydan faşîzmê di sindoqan de têk bibe. Em ê faşîzma AKP-MHP'ê di sindoqan de têk bibin."   Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Nusrettin Maçin jî got ew ê bersiva kesên şer dixwazin bidin.    Piştî axaftinan qurdeleya buroya hilbijartinê hat birîn.