Partiya Çep a Kesk li Sêrtê belavok belav kir

  • 19:55 9 Nîsan 2023
  • Rojane
SÊRT - Partiya Çep a Kesk ji bo vekirina buroyê belavok belav kir.
 
Rêxistina Partiya Peşêrojê ya Çep û Kesk (Partiya Çep a Kesk) ji bo vekirina buroya hilbijartinê belavok belav kir. Hetê ji kolana Aydinlar destpê kir heta kolana Tîlo belavok belav kirin.  Hevserokên Partiya Çep a kesk a Sêrtê Eşref Tekîn û Emîne Aşkra jî tevli bûn.  
 
Tê payîn ku parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun, parlamentere Êlihê Necdet Îpekyuz û hevşardarê Mêrdînê Ahmet Turk tevli vekirina buroyê bidin. 
 
Vekirina buroyê wê saet di 20.00’an de li Baxçeyê Çayê ya Şelale pêk bê.