Partiya Çep a Kesk li Sêrtê belavok belav kir 2023-04-09 19:55:34   SÊRT - Partiya Çep a Kesk ji bo vekirina buroyê belavok belav kir.   Rêxistina Partiya Peşêrojê ya Çep û Kesk (Partiya Çep a Kesk) ji bo vekirina buroya hilbijartinê belavok belav kir. Hetê ji kolana Aydinlar destpê kir heta kolana Tîlo belavok belav kirin.  Hevserokên Partiya Çep a kesk a Sêrtê Eşref Tekîn û Emîne Aşkra jî tevli bûn.     Tê payîn ku parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun, parlamentere Êlihê Necdet Îpekyuz û hevşardarê Mêrdînê Ahmet Turk tevli vekirina buroyê bidin.    Vekirina buroyê wê saet di 20.00’an de li Baxçeyê Çayê ya Şelale pêk bê.