Li Rojavayê Kurdistanê gel ber bi qadên Newrozê ve diherike

  • 10:34 21 Adar 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Newroz îro li 11 bajarên Rojavayê Kurdistanê tê pîrozkirin. Gelên herêmê bi hemû pêkhateyên xwe bi cil û bergên kurdî berê xwe dane qadên Newrozê.
 
Pîrozbahiyên Newrozê yên îsal ênRojavayê Kurdistanê bi dirûşma 'Bi ruhê berxwedana Newrozê em ê Rêber Apo azad bikin, dagirkeriyê têk bibin' têne lidarxistin.
 
Newroz îro li Hesekê, Qamişlo, Dêrik, Girkê Legê, Tirbesipiyê, Amûdê, Dirbêsiyê, Reqa, Kobanê, Şehba û Helebê tê pîrozkirin.
 
Li van bajaran ku doh bi şev agirê Newrozê hate dadan, serê vê sibehê xelkê herêmê berê xwe da qadên Newrozê.