Di windabûna Rojînê de pêşketina nû: Qeyda 71 wesayîtî hat tespîtkirin

  • 21:04 2 Cotmeh 2024
  • Rojane
Oznur Deger
 
WAN - 6 rojin ji xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîş nayê girtin. Li cihê Rojîn winda bûye û nêzî kampsuê qeyda derketin û ketina 71 wesayîtî hat kontrolkirin.Her wiha li perava Çîtoren boneyek reş hat dîtin.
 
Xwendekara zanîngeha Yuzuncu Yilê Rojîn Kabaîş ya 21 salî ev 6 rojin agahî jê nayê girtin. Rojîn ya ji Yurda Seyyîd Fehîm Arvasî derket carek din agahî jê nehat girtin.
 
Rojîn piştî ji yurda li kampusê ye derket di qeydê kamerayan de tê dîtin ku berbi peravê diçe. Dîmena dawî ya Rojînê meşa wê ya li perava kampusê ye. Kamera beşa din ya ku Rojîn pêde diçe nabîne. Hat hînbû ku wî alî de kamera tuneye. Rektoriya zanîngehê got cihê Rojîn herî dawî lê hatiye dîtin û pê de çûye kamera nehatine bicih kirin. 
 
Xebatên lêgerîna li kampusê di roja 5’emîn de didomin. Ekîbên AFAD, HADAK û şaredariya bajarê mezin, ekîbên ewlehiya peravê, cenderme û polîs xebatan didomînin. Lê her kes bi gazince ku xebat qels tên meşandin.
 
Qeyda ketin û derketina 71 wesayîtî hat tespîtkirin
 
Li xebatan agahiyek nû zêde bû. Li gorî qeyda kamerayan roja Rojîn winda bûye ji saetên êvarê heta saetên sibehê qeyda ketin û têketina 71 wesayîtî hatiye tespîtkirin.Hat hînbûn emniyet wesayîtan lêkolîn dike. Her wiha li perava taxa Çîotoren boneyek reş hat dîtin. Nehat hînbûn ku bone aydê Rojînê ye an na. Ev jî wê ji aliyê emniyetê ve bê lêkolînkirin.
 
Ji ber şîfreya telefona Rojînê nehat şikandin, hat hînbûn ku ji bo lêkolîna berfireh telefon şandine Enqereyê. Fermandarê cendermreyan ku agahî dide malbatê diyar kir ku ne tenê li Kampusê li Wanê li Stenbolê li her derê li Rojînê digerin.
 
Her wiha bendewariya malbatê ya li kampusê didome.  Rêxistinê civakas sivîl, partiyên siyasî, TJA, hevşaredar, baroya Wanê û welatî malbatê tenê nahêlin. Îro nava rojê de hevşredarên bajarê mezin yên Amedê Neslîhan Şedal û  Abdullah Zeydan çûn serdana malbatê.