Li Rojavayê Kurdistanê gel ber bi qadên Newrozê ve diherike 2023-03-21 10:34:50     NAVENDA NÛÇEYAN - Newroz îro li 11 bajarên Rojavayê Kurdistanê tê pîrozkirin. Gelên herêmê bi hemû pêkhateyên xwe bi cil û bergên kurdî berê xwe dane qadên Newrozê.   Pîrozbahiyên Newrozê yên îsal ênRojavayê Kurdistanê bi dirûşma 'Bi ruhê berxwedana Newrozê em ê Rêber Apo azad bikin, dagirkeriyê têk bibin' têne lidarxistin.   Newroz îro li Hesekê, Qamişlo, Dêrik, Girkê Legê, Tirbesipiyê, Amûdê, Dirbêsiyê, Reqa, Kobanê, Şehba û Helebê tê pîrozkirin.   Li van bajaran ku doh bi şev agirê Newrozê hate dadan, serê vê sibehê xelkê herêmê berê xwe da qadên Newrozê.