Ji bo Rojîn Kabaîş wê alava lêgerînê bînin

  • 18:03 2 Cotmeh 2024
  • Rojane
,WAN - Dê ji bo xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîş ku ev 6 roj in winda ye û 5 roj in jî lê digerin, ji Çanakkaleyê cîhazê lêgerînê yê di nava avê de dixebite bînin.
 
Xebatên lêgerînê yên ji bo xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîş ku 27’ê îlonê winda bibû û ji 28’ê îlonê ve jî lêdigerin, di roja 5’an de berdewam kir. Rojîna ku li Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Beşa Pêşxistina Zarokan dixwîne, şeva 27’ê îlonê li Wargeha Xwendekarên Keç a Seyyîd Fehîm Arvasî ya lê dimîne piştî şîvê derdikeve û careke din venagere. Telefon, berguhk, cuzdan, av û keka Rojînê ji hêla xwendekaran ve li ser qeraxa Behra Wanê ya Kampusê tê dîtin û teslîmî wargeha ku lê dimîne tê kirin. Wargeh piştî vê yekê malbat û polîsan agahdar dike û dû re xebatên lêgerînê tên destpêkirin.
 
Xebatên lêgerînê didomin
 
Tîmên Ewlekariya Qeraxê, dalgiç û Tîmên Agirkujiyê yan Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê di Behra Wanê de dest bi lêgerîna Rojînê dikin, lê tevî 5 rojan jî ji Kabaîşê tu şop nayên dîtin. Duh hatibû zanîn ku polîsan lênêrîna qeydên kamerayên di nava zanîngehê de qedandibûn û piştre jî li Gundê Bardakçiyê ku li ber kêleka zanîngehê ye, dest bi xebatên lêgerînê kiribûn. Xebat îro jî li heman gundî berdewam kirin û hat hînbûn ku çend gundên din ên nêzî zanîngehê jî heman xebat hatine destpêkirin.
 
Her wiha hat ragihandin ku dê ji Çanakkaleyê cîhazê lêgerînê yê di avê de lêgerînê dike, bê anîn û xebatên lêgerînê yên di behrê de bi vî cîhazî bidome.