Li Qoserê 45 kes hatin binçavkirin

  • 22:19 19 Adar 2023
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Li navçeya Qoserê piştî pîrozbahiya Newrozê 45 kes hatin binçavkirin.
 
Li navçeya Qoser ya Mêrdînê, Newroz bi tevlibûna dehhezaran kesî hate pîrozkirin. Hat hînbûn ku piştî Newrozê piranî jê zarok 45 kes hatine binçavkirin.
 
Kesên binçavkirî li midûriyeta emniyetê ya navçeya Qoserê ji bo girtina îfadeyên tên rawestandin.