Li Qoserê 45 kes hatin binçavkirin 2023-03-19 22:19:25     MÊRDÎN - Li navçeya Qoserê piştî pîrozbahiya Newrozê 45 kes hatin binçavkirin.   Li navçeya Qoser ya Mêrdînê, Newroz bi tevlibûna dehhezaran kesî hate pîrozkirin. Hat hînbûn ku piştî Newrozê piranî jê zarok 45 kes hatine binçavkirin.   Kesên binçavkirî li midûriyeta emniyetê ya navçeya Qoserê ji bo girtina îfadeyên tên rawestandin.