Li Rojava 3 roj betlana Newrozê

  • 21:43 18 Adar 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya Newrozê 3 roj kirin betlane.
 
Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  bi boneya Cejna Newrozê biryarnameyek derxist.
 
Biryarname wiha ye: “Bi boneya Cejna Newrozê, ji bilî saziyên ku pêwîstiyên wan bi karê rojane heye, hemû sazî û dezgehên fermî yên Rêveberiya Xweser ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rojên 20, 21 û 22ʹyê Adarê (Duşem, Sêşem û Çarşem) dikevin betlaneyê."