Li Rojava 3 roj betlana Newrozê 2023-03-18 21:43:59   NAVENDA NÛÇEYAN- Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya Newrozê 3 roj kirin betlane.   Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  bi boneya Cejna Newrozê biryarnameyek derxist.   Biryarname wiha ye: “Bi boneya Cejna Newrozê, ji bilî saziyên ku pêwîstiyên wan bi karê rojane heye, hemû sazî û dezgehên fermî yên Rêveberiya Xweser ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rojên 20, 21 û 22ʹyê Adarê (Duşem, Sêşem û Çarşem) dikevin betlaneyê."