Ji bo Newroza Îzmîrê bang

  • 19:19 17 Adar 2023
  • Rojane
ÎZMÎR- Komîta Tertîp a Newrozê ya Îzmîrê li Sûka Kemeralti ya Dîrokî ya Konakê û rawestgeha Halkapinar Îzbanê belavok belav kirin û banga tevlibûna Newrozê kirin.
 
Komîta Tertîp a Newrozê ya Îzmîrê bi armanca banga mîtînga Newroza wê di 19’ê Adarê de li Qada Gundogdu pêk bê li navçeya Konakê li Suka Kemeralti û rawestgeha Halkapinar Îzbanê belavok belav kir. Pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê jî tevli xebatê bûn û eleqeyek mezin ji aliye gel ve dît.