Ji bo Newroza Îzmîrê bang 2023-03-17 19:19:13   ÎZMÎR- Komîta Tertîp a Newrozê ya Îzmîrê li Sûka Kemeralti ya Dîrokî ya Konakê û rawestgeha Halkapinar Îzbanê belavok belav kirin û banga tevlibûna Newrozê kirin.   Komîta Tertîp a Newrozê ya Îzmîrê bi armanca banga mîtînga Newroza wê di 19’ê Adarê de li Qada Gundogdu pêk bê li navçeya Konakê li Suka Kemeralti û rawestgeha Halkapinar Îzbanê belavok belav kir. Pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê jî tevli xebatê bûn û eleqeyek mezin ji aliye gel ve dît.