Li Rojava komkujiya Helebceyê hat şermezarkirin

  • 12:30 16 Adar 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hemû Sazî û Dezgehên Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê ji bo Helebceyê ji bo 5 deqeyan li ber navendên xwe rêz girtin û piştre gotin: "Em wek dayik û bavên şehîdan bang li civaka navdewletî dikin ku dev ji dirûtiya xwe berde."
 
Rejîma Baas a Iraqê bi serkêşiya Saddam Huseyîn di sala 1988`an de bi çekên kîmyewî êrİşî bajarê Helebce yê başûrê Kurdistanê kir. Di encama vê êrişê de zêdetirî 5 hezar kes jiyana xwe ji dest dan û bi hezeran jî birîndar bûn. 
 
Ji bo bîranîna şehîdên Helebca îro tevahî Sazî û Dezgehên Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê 5 deqeyan li ber navendên xwe rêz girtin. 
 
Piştî rêzgirtinê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku, bikaranîna çekên qedexe yên navneteweyî di tevahî dîrokî de, li dijî Gelê Kurd wê li ser eniya civaka navneteweyî, mirovahiyê û hemû cîhanê bibe lekeyek reş. 
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:
 
“Di dîrokê de bikaranîna çekên kîmyawî û çekên qedexekirî yên navnetewî li dijî gelê bindest dubare pêk hatiye. Ji komkujiya Helebce yê dest pê kiriye û heta komkujiya Dersimê berdewam kiriye. Rejîmên tawankar ên desthilatdar di wê demê de çekên qedexekirî yên navneteweyî ji bo qirkirina Gelê Kurd bikar anîn û bi hezaran qurbaniyên bêguneh jiyana xwe ji dest dan.  
 
Desthilatdariya AKP-MHP’ê jî, ji bo qirkirina Gelê Kurd, rêya rejîmên tawankar dişopîne û ji sala 1997’an ve li dijî Gelê Kurd çekên kîmyewî bikar tîne. Li dijî Gelê Kurd li çiyayên Kurdistanê li herêmên Avaşîn, Zap û Metîna çekên kîmyewî hatin bikar anîn. Li Serkaniyê û Efrînê di encama bikar anîna çekên kîmyewî de gelek mirov jiyana xwe ji dest dan. Civaka navneteweyî li dijî van êrişan bêdengiya xwe parast.
 
Em wek dayik û bavên şehîdan bang li civaka navdewletî dikin ku dev ji dirûtiya xwe berde. Em rejîma Tirkiyê ji bo bikaranîna vê çeka qedexe ya navdewletî şermezar dikin.”