Li Rojava komkujiya Helebceyê hat şermezarkirin 2023-03-16 12:30:06   NAVENDA NÛÇEYAN - Hemû Sazî û Dezgehên Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê ji bo Helebceyê ji bo 5 deqeyan li ber navendên xwe rêz girtin û piştre gotin: "Em wek dayik û bavên şehîdan bang li civaka navdewletî dikin ku dev ji dirûtiya xwe berde."   Rejîma Baas a Iraqê bi serkêşiya Saddam Huseyîn di sala 1988`an de bi çekên kîmyewî êrİşî bajarê Helebce yê başûrê Kurdistanê kir. Di encama vê êrişê de zêdetirî 5 hezar kes jiyana xwe ji dest dan û bi hezeran jî birîndar bûn.    Ji bo bîranîna şehîdên Helebca îro tevahî Sazî û Dezgehên Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê 5 deqeyan li ber navendên xwe rêz girtin.    Piştî rêzgirtinê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku, bikaranîna çekên qedexe yên navneteweyî di tevahî dîrokî de, li dijî Gelê Kurd wê li ser eniya civaka navneteweyî, mirovahiyê û hemû cîhanê bibe lekeyek reş.    Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:   “Di dîrokê de bikaranîna çekên kîmyawî û çekên qedexekirî yên navnetewî li dijî gelê bindest dubare pêk hatiye. Ji komkujiya Helebce yê dest pê kiriye û heta komkujiya Dersimê berdewam kiriye. Rejîmên tawankar ên desthilatdar di wê demê de çekên qedexekirî yên navneteweyî ji bo qirkirina Gelê Kurd bikar anîn û bi hezaran qurbaniyên bêguneh jiyana xwe ji dest dan.     Desthilatdariya AKP-MHP’ê jî, ji bo qirkirina Gelê Kurd, rêya rejîmên tawankar dişopîne û ji sala 1997’an ve li dijî Gelê Kurd çekên kîmyewî bikar tîne. Li dijî Gelê Kurd li çiyayên Kurdistanê li herêmên Avaşîn, Zap û Metîna çekên kîmyewî hatin bikar anîn. Li Serkaniyê û Efrînê di encama bikar anîna çekên kîmyewî de gelek mirov jiyana xwe ji dest dan. Civaka navneteweyî li dijî van êrişan bêdengiya xwe parast.   Em wek dayik û bavên şehîdan bang li civaka navdewletî dikin ku dev ji dirûtiya xwe berde. Em rejîma Tirkiyê ji bo bikaranîna vê çeka qedexe ya navdewletî şermezar dikin.”