ROJEVA 15'Ê ADARA 2023'YAN

  • 09:00 15 Adar 2023
  • Rojev
 
*Hevseroka TEV-DEM’ê Rûken Ehmed diyar kir ku wê li Rojava gel bi dirûşma “Bi rihê Berxwedana Newrozê, Em Rêbertî Azad bikin û Dagirkeriyê Têk bibin” Newrozê pêşwazî bikin. Rûkenê got di vê esasê de me di 8’ê Adarê de berxwedana xwe gur kir û pêwîst e em di Newrozê de bigihêjin armaca xwe. DÎMEN HEYE
 
*Ji Komîteya Amedakar a Newrozê ya Cizîrê Zîlan Ecevît, diyar kir ku ew ji bo Newroza îsal amadekariyên xwe dewam dikin û got: “Hem ji bo hesabpirsînê hem jî ji bo vê desthîlatdara talanker  ku rêkin sergoyê dîrokê, em ê li qadê agirê Newrozê gûr bikin.” DÎMEN HEYE
 
*Agirê Newrozê ku Kawa li dijî zilma Dehaq pê xist, di bedenên Sema, Binevş, Rahşan, Ronahî û Berîvanan de gûrbûn û li hemû cîhanê belav dibe. 
 
*Husniye Okyay a li taxa Karaalî ya navçeya Defne ya Hatayê dijî diyar kir ku wan hîna kon negirtine û ji alîkariyên tên tu  fêdeyê nagirin, ji ber nasnameyê rastî cudakariyan tên. DÎMEN HEYE
 
*Endama Meclîsa Jinan a Hejmar 2 a Egîtîm Sen a Amedê Demet Onal  da zanîn ku Hanîfe ku di jiyanê de tenê hat hiştin piştî hatiye qetilkirin jî tenê hatiye hiştin û ji bo xwedîderketina li Hanîfê banga tevlibûna rûniştina 12’ê Gulanê kir.  DÎMEN HEYE
 
* Hasan Okten yê nexweşê pençeşêrê ye bi malbata xwe ya 8 kesî di kon de dimîne û ji ber nexweşiyê bi pençeşêrê ket. Keça wî Pinar Okten got dermanên  ji bo kemoterapi ji bo vê bavê wê pêwiste û nexweşên bajarên derdorê raporê dixwazin lê ji ber erdhêjê xwe nagihînin doktoran.
 
*Di 11’ê mijdara 2021’ê de Makbule Sevînç biguman jiyana xwe ji dest da û wek ‘qeza trafîkê’ derbasî qeydan bû.  Dayika Makbuleyê Adîle Guler  têkoşîn da û di encamê de derket holê ku Makbule hatiye qetilkirin. Gumanbar salek û nîv şûnde hat girtin.