ROJEVA 15'Ê ADARA 2023'YAN 2023-03-15 09:00:00     *Hevseroka TEV-DEM’ê Rûken Ehmed diyar kir ku wê li Rojava gel bi dirûşma “Bi rihê Berxwedana Newrozê, Em Rêbertî Azad bikin û Dagirkeriyê Têk bibin” Newrozê pêşwazî bikin. Rûkenê got di vê esasê de me di 8’ê Adarê de berxwedana xwe gur kir û pêwîst e em di Newrozê de bigihêjin armaca xwe. DÎMEN HEYE   *Ji Komîteya Amedakar a Newrozê ya Cizîrê Zîlan Ecevît, diyar kir ku ew ji bo Newroza îsal amadekariyên xwe dewam dikin û got: “Hem ji bo hesabpirsînê hem jî ji bo vê desthîlatdara talanker  ku rêkin sergoyê dîrokê, em ê li qadê agirê Newrozê gûr bikin.” DÎMEN HEYE   *Agirê Newrozê ku Kawa li dijî zilma Dehaq pê xist, di bedenên Sema, Binevş, Rahşan, Ronahî û Berîvanan de gûrbûn û li hemû cîhanê belav dibe.    *Husniye Okyay a li taxa Karaalî ya navçeya Defne ya Hatayê dijî diyar kir ku wan hîna kon negirtine û ji alîkariyên tên tu  fêdeyê nagirin, ji ber nasnameyê rastî cudakariyan tên. DÎMEN HEYE   *Endama Meclîsa Jinan a Hejmar 2 a Egîtîm Sen a Amedê Demet Onal  da zanîn ku Hanîfe ku di jiyanê de tenê hat hiştin piştî hatiye qetilkirin jî tenê hatiye hiştin û ji bo xwedîderketina li Hanîfê banga tevlibûna rûniştina 12’ê Gulanê kir.  DÎMEN HEYE   * Hasan Okten yê nexweşê pençeşêrê ye bi malbata xwe ya 8 kesî di kon de dimîne û ji ber nexweşiyê bi pençeşêrê ket. Keça wî Pinar Okten got dermanên  ji bo kemoterapi ji bo vê bavê wê pêwiste û nexweşên bajarên derdorê raporê dixwazin lê ji ber erdhêjê xwe nagihînin doktoran.   *Di 11’ê mijdara 2021’ê de Makbule Sevînç biguman jiyana xwe ji dest da û wek ‘qeza trafîkê’ derbasî qeydan bû.  Dayika Makbuleyê Adîle Guler  têkoşîn da û di encamê de derket holê ku Makbule hatiye qetilkirin. Gumanbar salek û nîv şûnde hat girtin.