Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xemla Newrozê

  • 16:00 14 Adar 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo pêşwazîkirina Cejna Newrozê kolan, qad û cihên giştî tên xemilandin.
 
Bi nêzbûna Cejna Newrozê re (21'ê Adarê) komîteyên amadekar ên şahiyên Newrozê cihên giştî, kolan û qadên sereke yên li bajar û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixemilînin.
 
Li bajarê Hesekê û navçeyên Dirbêsiyê û Til Temir çerxerê û rêyên sereke bi wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên TEV-DEM, Kongra Star, YPJ/YPG û QSD'ê hatin xemilandin û wêneyên cangoriyan hatin daliqandin.
 
Her wiha pankartên bi nivîsên 'Gelên meşaleya Newrozê hildigirin, gelên aştîxwaz û azadîxwaz in û alên wan li ber zilm û koletiyê danayên' hatin daliqandin.
 
Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê jî kolan bi alan hatin xemilandin.