Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xemla Newrozê 2023-03-14 16:00:58     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo pêşwazîkirina Cejna Newrozê kolan, qad û cihên giştî tên xemilandin.   Bi nêzbûna Cejna Newrozê re (21'ê Adarê) komîteyên amadekar ên şahiyên Newrozê cihên giştî, kolan û qadên sereke yên li bajar û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixemilînin.   Li bajarê Hesekê û navçeyên Dirbêsiyê û Til Temir çerxerê û rêyên sereke bi wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên TEV-DEM, Kongra Star, YPJ/YPG û QSD'ê hatin xemilandin û wêneyên cangoriyan hatin daliqandin.   Her wiha pankartên bi nivîsên 'Gelên meşaleya Newrozê hildigirin, gelên aştîxwaz û azadîxwaz in û alên wan li ber zilm û koletiyê danayên' hatin daliqandin.   Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê jî kolan bi alan hatin xemilandin.