Ayla Akat Ata: Em ê ji bo cîhaneke bê şer biqêrin

  • 10:20 7 Adar 2023
  • Rojane
 
ENQERE - Parlamentera HDP'ê ya berê Ayla Akat Ata, bi munasebeta 8'ê Adarê peyam şand. Di peyama xwe de banga avakirina cîhaneke bi piştevanî û bê şer kir. 
 
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya berê û aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata ji Girtîgeha Jinê ya Sîncanê bi munasebeta 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê peyam şand. 
 
Peyama cîhaneke bê şer
 
Ayla di peyama xwe de wiha got:"Em hefteyeke 8'ê Adarê ya ku em pê re wekhevî, piştevanî, azadiyê diqêrin û li dijî şer û mêtingeriyê derdikevin, bi çalakiyên li qadan, li eywanan, li herêmên erdhejê temam dikin. Ez ji xwişk û birayên xwe re silav û hezkirinên xwe dişînim. 8'ê Adarê pîroz be! Bijî 8 ê Adarê! Jin jiyan azadî."