Ayla Akat Ata: Em ê ji bo cîhaneke bê şer biqêrin 2023-03-07 10:20:07     ENQERE - Parlamentera HDP'ê ya berê Ayla Akat Ata, bi munasebeta 8'ê Adarê peyam şand. Di peyama xwe de banga avakirina cîhaneke bi piştevanî û bê şer kir.    Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya berê û aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata ji Girtîgeha Jinê ya Sîncanê bi munasebeta 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê peyam şand.    Peyama cîhaneke bê şer   Ayla di peyama xwe de wiha got:"Em hefteyeke 8'ê Adarê ya ku em pê re wekhevî, piştevanî, azadiyê diqêrin û li dijî şer û mêtingeriyê derdikevin, bi çalakiyên li qadan, li eywanan, li herêmên erdhejê temam dikin. Ez ji xwişk û birayên xwe re silav û hezkirinên xwe dişînim. 8'ê Adarê pîroz be! Bijî 8 ê Adarê! Jin jiyan azadî."