Peyama Fîgen Yuksekdag a ji bo zarokan: Em ê di rojên xweş de hev bibînin

  • 20:22 6 Adar 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN – Hevseroka berê ya HDP'ê ya girtî Fîgen Yuksekdag wêneyê pêlîstokên ku ji bo mexdûrên erdhejê çêkirine bi nivîsa "Em ê di rojên xweş de hev bibînin" parve kir.
 
Jinên li Girtîgeha Jinan a Kandirayê ku Hevseroka berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag û Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak lê dihatin girtin, ji bo zarokên li herêma erdhejê pêlîstok çêkirin.
 
Fîgenê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal wêneyê pêlîstokên ku hatine amadekirin û şandin herêma erdhejê, wiha nivîsî: "Ji bo zarokên li herêma erdhejê ji Girtîgeha Girtî ya Jinan a Kandirayê... Em ê di rojên tav û xweş de hev bibînin."