Peyama Fîgen Yuksekdag a ji bo zarokan: Em ê di rojên xweş de hev bibînin 2023-03-06 20:22:00   NAVENDA NÛÇEYAN – Hevseroka berê ya HDP'ê ya girtî Fîgen Yuksekdag wêneyê pêlîstokên ku ji bo mexdûrên erdhejê çêkirine bi nivîsa "Em ê di rojên xweş de hev bibînin" parve kir.   Jinên li Girtîgeha Jinan a Kandirayê ku Hevseroka berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag û Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak lê dihatin girtin, ji bo zarokên li herêma erdhejê pêlîstok çêkirin.   Fîgenê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal wêneyê pêlîstokên ku hatine amadekirin û şandin herêma erdhejê, wiha nivîsî: "Ji bo zarokên li herêma erdhejê ji Girtîgeha Girtî ya Jinan a Kandirayê... Em ê di rojên tav û xweş de hev bibînin."